Print this page

Xwendevanên Qamişlo li Dijî Biryara Girtina Peymangehên Xwendinê Mangirtinek Li Dar Xistin

4:36:01 PM

RojavaNews: Li dijî Biryara PYDê  ya girtina tevaya peymangehên xwendinê li parêzgeha Hesekê ji nêzî heyvekê ve, Xwendevanên pola Bekelorya û malbat û mamosteyên xwe duh yekşemê 6ê tebax ê li hember baregeha komîseriya Netewên Yekbûyî li bajarê Qamişlo mangirtinek li dar xistin têde biryara PYDê şermezar kirin û doza vekirina peymangehên xwendinê kirin, û xwendekaran durişm û silogan li dijî vê biryarê bilind kirin..

Ji hêla xweve hejmareke mezin ji alîgirên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYDê êrîşî mangirtinê kirin û silogan li dijî vekirina peymangehên xwendinê bilind kirin.

Derbarê vê yekê Ebdulah Gedo endamê komîta navendî ya partiya Yekîtî ya kurd ku li mangirtinê beşdarbû kiryara alîgirên PYDê şermezar kir û got: “PYDê bi van karan hewil dide ku xwendina rast û durist li devera Kurdî qedexe bike û rêbazên xwe yên idyolocîk feriz bike”.

Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Raghandinê ya Hevbendiyê