Print this page

Amerîka: 17 hezar Pêşmerge di asta NATOyê de hatin perwerdekirin

13:19:46

 

Rojava News: Fermandarê Amerîkî yê di nava Koalîsyona Navneteweyî de Ryan Dillon di axaftina xwe de ragihand ku heta niha 17 hezar Pêşmerge di asta NATOyê de perwerdehî dîtin.

Fermandarê Amerîkî berdevkê Koalîsyona N  avneteweyî yê li dijî DAIŞê Ryan Dillon di axaftina xwe de got: "Piştgirî û alîkariya koalîsyona navneteweyî ji bo hêza Pêşmerge dê berdewam be. Heta niha pisporên leşkerî yên koalîsyonê 17 hezar Pêşmerge di asta NATOyê de perwerde kirine."

Ryan Dillon ji bo hevkariya navbera hêzên hevpeyman û hêza Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de got: "Ji dema ku operasyona dijî DAIŞê dest pê bûye, em piştevanê Pêşmerge bûn û em dê berdewam bin jî."

Dillon di dirêjiya axaftina xwe de mijara Reqqayê nirxand û got: "Bala koalîsyonê zêdetir li Reqqayê li ser şerê li dijî DAIŞê ye. Me li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), heta niha ji %50ê Reqayê kontrol kiriye."