Print this page

Li Efrînê 20 hezar ton genim hate çinîn!

12:41:01

 

Rojava News: Li gorî cotkaran ev berhema genim îsal li Efrînê 20 hezar ton derbas kir.  

Li bajêrê Efrînê genim yek ji berhemên bingehiye û rêjeya wê di nava erdên çandiniyê de digihêje ji sedî 60.

Genim li Efrînê dabeşî du cureyan dibe, nerm û hişk. Cureyê hişk ji sedî 90 e û îsal berhema genim gihîşt 20 hezar ton.

Li gor zanyariyan: Li ser vî bingehî her du beşên genim ên ji asta yekemîn bi 144 Lireyê Sûriye ye, asta duyemîn bi 143,5 Lireyê Sûriye ye, asta sêyemîn bi 143 Lireyê Sûriye ye û asta çaremîn jî bi 142 Lireyê Sûriye ye.