Print this page

Bi wêne..Nivîsgeha şopandinê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê Civînek li darxist

10:55:22 AM

Rojava News:Roja Şemiyê 12 Tebaxê Nivîsgeha Şopandinê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) derbarê dawî pêşhatên li ser asta siyasî ya opozîsyona Sûriyê civiya. Kongreya Îtîlafa Niştimanî û hêzên opozîsyonê ya biryar e di rojên pêş de li Riyazê bi rê ve biçe, ji mijarên sereke ya civînê bû.

Herwiha mîkanîzma beşdariya di civînên Astana û Cinêvê jî hatin guftûgokirin û hin mijarên din wek rawestandina  asta şer li Sûriyê ji ber biryareke navdewletiye û ferehkirina beşdarbûna hêzên opozîyona Sûriyê li Riyazê jî hatin guftûgokirin.