Rojava News: Hêzên hevpeyman, bingehekî meşqkirinê ji bo hêzên pêşmerge, li Hewlêrê vekir û niha dest bi rahênanan di warên cuda da kirîye.
Ew kamp, ku li deverdarîya Benislawe, ya ser bi bajarê Hewlêrê ve hatîye danan, ku têda 60 rahênerên welatên Brîtanya, Holanda, Almanya, Îtalya û Amerîka, meşqê bi hêzên pêşmerge dikin.
Orbest Şinayder, berpirsê peywendîyên serbazî yê hêzên hevpeymanan got: nav û dengên pêşmerge weku şerefmend li hemû cîhanê dengvedaye û hûn rakaberên dijwarên dujminên mirovatîyê ne û navhatî amaje jî kir, ku meşqikirin çar heftîyan dê berdewam bin û bi sedan pêşmerge têda, dê rahênan li ser şerê kolanan teknîk û serederîya di gel bombên çandî û çend taktîkên din yên serbazî bikin.