Print this page

K. Haco:"pîlane me jibo garentîkirina beşdarbȗna dinav opozisyona sȗriyê de were ektîvkirin

12:36:55 PM  

RojavaNews: Duh şemiya 12ê tebaxa 2017an Nivîsgeha Şopandinê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS)civînek li Hewlêrê li darxist.

 Di lêdwaneke teybet de Kamîran Haco serokê Nivîsgeha Pêywendiyên derve yê ENK-Sê û Endamê nivîsgeha siyasî di PDK-Sê de ji  RojavaNews re  got:

Aramanc a vê civînê ewe " nirxandineke ji dema bihûrî re, ȗ  danîna pîlanekê ji pêşerojê re ,ka em di demên bê de ,çibikin ji ber ku, guhartinên gelekî mezin tên kirin ."

Derbarê pêşhatên dawî li ser asta siyasî ya opozîsyona Sûriyê me ev civîn li darxistiye ,civiya Kongreya Îtîlafa Niştimanî û hêzên opozîsyonê ya biryar e di rojên pêş de li Riyazê bi rê ve biçe, ji mijarên me yên  sereke ye di civînê de.

Herwiha, mîkanîzma beşdariyê  di civînên Esetana û Cinevê jî emê guftûgobikin

ji aliyekî din ve, Haco ragihand : "em niha dan û sitandinan li ser vê mijarê dikin ,û ya rast ewe ku ta niha ne zelal e bê wê çi bibê ,yan nabe,di baweriya min de wê gelekî fereh bê ,ya giring ewe ku em karibin têde bihêlin mafê kurdan bi çesbênin, û emê vê carê wek Encumana Niştumaniya Kurdî têde amade bin ,ne wek beşekî ji kiwalisyonê .”


Media