12:39:25 PM
RojavaNews: Gundê Kaxirê yê bi ser bajarê Efrînê xwepêşandanek li dijî kiryarên PYDê yên teror hat li darxistin ku ji alîyê milîsên bi ser PYDê rastî êrîşek hovane hatibûn.
Kiryarên teror yên PYDê wek baceyên madî yên giran, fişar û biryarên neyasa yên rojane û bê sedem, revandina xûrt û keçan ji bo leşkerîya neçar û bihabûna pêdiviyên xwerinê sedemên serekî ku gundî li dijî desthilat û kiryarên PYDê derkevin.
Jêderikî bi navê M. C. ku li gundê Kaxirê dijî, ji RojavaNews re ragihand, ku xwepêşandan li nava gund hat destpêkirin lê milîsên bi ser PYDê êrîşek hovane li ser xwepêşandanan kirin û ew bi darên zorê ji hev belavkirin piştî destliserkirina Mobaylên xelkê û ev bû sedemek serekî ku xelkê gund bi dehan berê xwe bidin cihên nediyar ji ber girtin û revandina xelkê bo leşkeriya neçar.
Qadî