13:10:04
Rojava News: ArtêşaTirkiyê li ser sînorê li nêzî male gundiya di lêkirina dîwarê sînorî de berdewame.
Artêşa Tirkiyê di dema lêkirina dîwaran de ta niha gelek ziyan gihandina mal u milkê xelkê deverê. Ji ber lêkirina dîwar û êrîşên artêşa Tirk, şêniyên herêmê dev ji mal û zeviyên xwe berdane.
Di çarçoveya avakirina dîwarê ku nêzî sal û nîvekê li ser sînor Herêma Efrîn û Bakurê Kurdistanê tê lêkirin, dewleta Tirk li ser careke din dîwar lêdike û mal û milkên sivîlan qut dike.
Artêşa Tirkiyê li herêma sînor a navçeya Bilbilê ya bi ser Efrîn ê lêkirina dîwar didomîne. Heman demê de avakirina dîwar di navbera gundê Baliya yê navçeya Bilbilê yê girêdayî Herêma Raco û gundê Mercûq yê bakurê Kurdistanê li aliyê bakur yê sînor, berdewam dike.
Dîwarê li gundê Baliya nêzî 3 km ne, û ji ber gef û êrîşên leşkerên Tirkiyê welatî nikarin di nava zeviyên xwe de kar bikin.