Print this page

Netanyahu piştgiriya dewleta Kurdan dike!

13:18:49

 

Rojava News: Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netayahu ragihand, pêwîst e Kurd dewleta xwe hebe û tekez kir, ku ew piştgirî li serxwebûna Kurdên Iraqê dikin.

Benjamin Netanyahu roja pêncşembiya derbasbûyî 10ê Tebaxa 2017ê li gel şandeke mezin a kongrêsmanên amerîkî, ku ji 33 kongrêsmanan pêkhatibû, hevdîtin kiriye.

Li gorî nûçeya Jeraslem Post a Îsraîlê, Netanyahu di civîna li gel kongrêsmanên amerîkî re piştgiriya Îsraîlê bo serxwebûna Herêma Kurdistanê aniye ziman.

Serokwezîrê Îsraîlê ragihandiye: “Pêwîst e Kurdên Iraqê dewleta xwe ya serbixwe hebin, ew aza (wêrek) û qehreman in. Dostên rojava û dostên nirxên rojava û me ne.”