11:48:36
Rojava News: Li bajarê Silêmaniyê di dema amadekariyên salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de, kesekî bi otomobîla xwe ajote ser kadroyên vê partiyê û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û çend kesên din jî birîndar bûn.
Şeva derbasbûyî 14-08-207, li bajarê Silêmaniyê, şofêrekerî otomobîla xwe ajote ser kadroyên PDKê.
Li gorî agahiyan bûyer di demekê de rûda ku kadroyên PDKê amadekariya salvegera damezrandina partiya xwe dikirin.
Di encama bûyerê de kadroyekî PDKê canê xwe ji dest da û çend kesek jî birîndar bûn. Hate gotin, ku rewşa birîndarekî metirsîdar e.
Li gorî zanyariyan şofêr hatiye desteserkirin lê heta niha jî sedema vê bûyerê nayê zanîn.