Print this page

Efrîn: Mayîn teqiya zarokek mir û 2 birîndar bûn!

13:32:27

 

Rojava News: Li Efrînê navçeya Ehrezê di encama teqîna mayînekê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û  2 zarok birîndar bûn.

Duh li navçeya Ehrezê ya bi ser bajêrê Efrînê mayinek ji bermahiyên DAİŞê bi 3 zarokê ku li ber şivaniyê bûn ve teqiya.

Hat zanîn zarokê 12 salî Xeyrî Ehmed jiyana xwe ji dest da û Yûsif Ehmed Elo ê 10 salî ji ling û milê xwe û Mihemed Merwan Birîmo ê 13 salî jî ji ling û mile xwe birîndar bûn.

Piştî ku çekdarên DAIŞê ji gundên Şehbayê hatin derxistin, li pişt xwe gelek bermahiyên teqemenî bi cih hiştin û ta niha gelek caran bi welatiyê sivîl ve teqiyane.