Print this page

Li Dêrazorê û reqayê 70 hezar koçber di bin rewşê metirsî de jiyan dikin!

13:48:04

 

Rojava News: Nêzîkî 70 hezar penaberên sivîl li 40 kampê deverên jêrî kontrola HSDê de li parêzgehên Reqa û Dêrazorê di rewşeke zehmet de dijîn.

Berdevka fermî bi navê destaya navwelatî ya heyva sor Encî Sidqî got; bêhtirî 40 kamp li deverên dûr hatine avakirin û gihandina alîkariyan bo wan deveran pir zehmet e.

Herweha hate zanîn ku ew kon di zikê bêriyê de hatine avakirin, û mar û topişk bi awayeke rojane li deverê têne dîtin.

Incî tekez kir ku 50% ji wan penaberan zarok in, û ew di rewşekê gelek zehmet de jiyan dikin, û gelek caran pileyê germê digihê 50 pileyî.