21:56:04
Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: “Ji bilî serxwebûnê, ti rêyeke din li pêş Kurdistanê nîne.”
Bi boneya nêzîkbûna salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Serokê Herêma Kurdistanê û di heman demê de Serokê PDKê, Mesûd Barzanî peyameke pîrozbayiyê pêşkêşî kadro û endam û alîgirên wê partiyê kir.
Mesûd Barzanî di vê peyama xwe de dibêje, serxwebûna Kurdistanê û aştî û pêkvejiyan, armancên Partiya Demokrata Kurdistanê ne.
Barzanî got: “PDK her ji destpêka damezrandinê ve û heta niha amrazek bûye ji bo bicihanîna armancên demokratîk û niştimanî û netewî yên gelê Kurdistanê û di heman demê de jî tevî hêzên din ên têkoşer û niştimanperwer ên Kurdistanê amrazeke berevaniya ji maf û pênaseya gelê Kurdistanê di hemû qonaxan de bûye.”
Barzanî tekez dike, ku PDK niha jî li ser heman rêbaz û berpirsatiyê ye û pêngavan ber bi serxwebûnê ve dihavêje û dibêje: “PDK di dirûşm de û di kirdarê de jî pêşeng û hilgirê berpirsatiyê bûye di qonaxên giring ên xebata gelê Kurdistanê û niha jî di qonaxa avakirinê û şerê terorê û avêtina pêngavan ber bi serxwebûnê ve bi şanazî ve xwediyê heman erk û rolî ye û di wê rêyê de gelek qurbanî daye.”
Di beşeke din a vê peyama xwe de, Mesûd Barzanî destnîşan dike, ku berxwedaniya cemawerê PDKê û tevahiya xlekê Kurdistanê wan mikurtir dike, ku pêngavan ber bi paşerojê û xebata ji bo misogerkirina mafên rewa yên gelê Kurdistanê bihavêjin.
Barzanî herwiha dibêje: “Tekezî li ser wê yekê jî dikim, ku baştirîn wefa û bersiv bo xwîna şehîdan û qurbanîdana gel, serxwebûna Kurdistanê ye. Serxwebûna Kurdistanê û aştî û pêkvejiyan, armanca Partiya Demokrata Kurdistanê ye û di wê rêyê de amadeyê hemû qurbanîdanekê ye û ji bo gihîştina vi wan armancan, PDKê bawerî bi yekrêzî û tifaqa navxweyî ya Kurdistanê heye.”
Di dawiya peyama xwe de, Barzanî daxwaz ji endam û alîgirên PDKê dike, ku bi hemû şiyana xwe tevî hemû xelkê Herêma Kurdistanê piştevaniyê li proseya serxwebûnê û referandumê bikin û destnîşan dike: “Ji bilî serxwebûnê, ti rêyeke din li pêş Kurdistanê nîne. Ew jî ji bo dubarenebûna karesatan û cîbicîbûna aştiyê û vejandinê ye.”