12:32:11
Rojava News: Seroka Yekîtiya Sîyonîst Ksenia Svetlova di axaftina xwe de ragihand ku ji Kurdistanê heyetek ji bo piştgiriya serxwebûnê bike û peyaman bişîne Washîngtonê serdana Îsraîlê kir.
Ksenia Svetlova serokatiya civîneke pêşxistina têkiliyên navbera kurd û yahûdiyan kir. Svetlova di axaftina xwe de got: "Heyeta Kurdistanê ji bo ku Washîngton piştgiriya serxwebûnê bike daxwaza alîkariya Îsraîlê kirin. Heyetê di civînê de gotin ‘ lobiyeke xurt a Îsraîlê li cihanê heye û heke hûn alîkariya me bikin em ê kêfzweş bibin."
Li gorî nûçeya rojnameya Jeruselan Postê Svetlona di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ez ji sedî sed bawerim ku dê serxwebûna Kurdistanê baş çêbibe. Ji bo ku li Rojhilata Navîn pêwistiya me bi dost û partnerên baş hene. Ti xelkekî din ku wekî kurdan ji Îsraîlê re bibe dost û partner û rêzê nîşanî wan bide tuneye."