Print this page

Îro salvegera damezrandina PDKê ya 71emîn e!

12:40:13

 

Rojava News: Îro 16ê tebaxa 2017an e, ango salvegera damezrandina PDKê ye,wek  ku tê nasîn  PDKê partiyeke netewî ye. 

Di sala 1946an de serfermandarê Komara Kurdistanê Mela Mustefa Barzanî û hejmarek kesayetên Kurdistanê li bajarê Mehabadê ku peytexta yekem a Komara Kurdistanê bû, biryara damezrandina PDKê dan.

Piştî komkirina hejmarek endaman.di roja 16.08.1946ê yekemîn kongir hate kirin û PDKê hate damezrandin û Mela Mistefa Barzanî wek serokê partiyê hate hilbijartin.

Armanca serekî ya PDKê ew e , ava kirina dewleta Kurdistana serbixwe ye   û endam û alîgirên wê jî ji hemû ol û netewên li Kurdistanê pêkhatin.

ANiha serokê PDKê Mesûd Barzanî ye ku di sala 2005ê li parlementoya Kurdistanê û di 25ê meha 7an 2009ê de jî bi hilbijartinên giştî ve wek serokê herêma Kurdistanê hate hilbijartin.

Piştî biryara eniya Kurdistanê ya hilbijartina parlamentoya Kurdistanê, PDKê  wek partiyek e  serekî ya Kurdistanê beşdarî hilbijartina parlamentoyê bû.