13:24:53
Rojava News: Hat ragihandin ku artêşa Tirkiye û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) herêma Şehba û Efrîna Rojava dide ber top û hawanan.
Li gorî nûçeya K24ê ku dispêrê medyaya nêzîkî YPGê ragihand ku şevê din artêşa Tirkiyeyê gundê Cilbirê, derdora kampa Rûbar, Qestel Cindo û kefir Xaşir yên ser bi Efrînê ve topbaran kirin. Herwiha artêşa Tirkiye û milîtanên ASAyê gundên Til Rifad, Şêx Îsa, Hisiyê, Til Medîq û Qolseroc yên li devera Şehbayê jî topbaran kirine.
Di berdewamiya nûçeyê de hat ragihandin ku çekdarên YPGê li devera Şehbayê jî bersiva wan êrîşan dane û wesayiteke artêşa Tirkiyeyê li eniyê gundê Til Medîq rûxandine û 7 çekdarên ASAyê jî li eniya Til Malid û Hisiyê kuştine.
Di dirêjiya nûçeyê de tê gotin ku çekdaran li Efrînê Navgîneke Hewayî ya Bêmirov (NHB) a Tirkiyeyê jî xistine.