Rojava News: Amerîka hizir li avakirina binkeyeke leşkerî li Herêma Kurdistanê dike, armanc ji vê binkeyê jî alîkarîkirin û piştgiriya bêhtir ya Hêzên Pêşmerge û şerkirin li dijî çekdarên DAIŞ`ê ye.
Vekirina binkeya leşkerî li Herêma Kurdistanê, çend rojin behseka germ ya mediyayên cîhanê ye û kesên pispor jî, vê hewlê bi guhertina corî di siyaseta Amerîka de, di şer û karvedanên bêhtir li hember kiryarên DAIŞ`ê didin zanîn.
Rêkxerê giştî yê hêzên hevpeymanan general John R. Allen, di hefteya borî de behsa êrîşa bejahî bo ser çekdarên DAIŞ`ê li Mûsil kir. Allen aşkere jî kir ku, dema êrîşkirin bo ser bajarê Mûsilê nêzîk bûye.
Berovajî hemû caran, vê carê hêzên Amerîka yên ji bo rûbirûbûnaDAIŞ`ê wê li Hewlêrê bin, ev gotin ya ajanseke cîhanî ye derbarê vekirina bingeha leşkerî li Hewlêrê.
Di vê derbarê de malpera Russia Today belavkiriyeku “ Hewlêr dibe navenda ji navbirina DAIŞ`ê û ew hêz her ji wir dikarin xwe ji bo şerê Mûsilê amadebikin”.
Li Hewlêrê welatên hevpeymanan alîkariya lojistî jî didin Hêzên Pêşmerge wek hêzeke sereke di rûbirûbûna çekdarên DAIŞ`ê de.
Li gor zaniyariyên Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ew bingeha leşkerî wê li derdora bajarê Hewlêrê be, têde firoke li wê bingehê amadekarî bo êrîşkirin bo ser pêgehên çekdarên DAIŞ`ê bikin.