Print this page

Bajarê Efrînê rastî topbarandinê hat

 

 

10:34:46 AM

RojavaNews: Hat ragahandin ku bajarê Efrînê duh bi şev rastî hin moşekan ji cihekî  ne diyar ve hat.

Li gorî jêdera navenda ragihandinê ya Partiya Dimoqrata Kurdistan- Sûriya li Efrînê ji RojavaNews re ragihand ku şeva bihorî hin moşek li nav bajarê Efrînê ketin, yek ji wan li ser du riya nû , û ya din li nêzîkî zanîngeha Efrînê li rojavayê bajarê Efrînê ketine xwarê.

Herwiha, jêder da xûyakirin: ku di encama topbaranê de ti kuştî û brindar tinebûn lê du tirêmbêl hatin şewitadin.

Û serbarkir: Mebest ji vê topbaranê têkdana rewşê û belavkirina  metirsiyê ye di nav ekinciyên Efrînê de, ji ber bajarê Efrînê jimarek mezin ji xelkê lê dijîn.

Hêjayî gontinê ye, ev ne cara yekêye ku bajarê Efrînê û gundewarên wê ( Cilbirê, Qestel Cindo, Qermîtliq, qitmê  û hin gundên ser bi Cindirêsê ve) rastî  topbaran kirina  artêşa Tirkiyê û hin grûpên çekdar bi ser  wan ve tê.

 

Qadî