12:59:01 PM
RojavaNews: Rewşa tenduristî ya Ebdulrehman Apo, endamê Komîta Navendî ya Partiya Dîmoqrata Kurdistan – Sûrya (PDK-S) roj bi roj xirabtir dibe. Jêderikê nêzîk ji malbata Apo ji RojavaNews ragihand ku, ew li zîndanê di odeyek tekane de ye û rewşa wî ya tenduristî di zîndana PYDê de pir xirab e û pêwîstiya wî bi veguhastina ji bo nexweşxanê heye, ji ber ku ew rojane rastî eşkence, setemkarî û kiryarên qirêj dihat.
Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Ebdilrehman Apo ku roja 4ê Adara borî ji aliyê asayişa Efrînê ve hatibû binçavkirin, ew berê ji bêtirî pênc caran ji aliyê çekdarên PYDê ve hatiye binçavkirin û xistibûn zîndanê û ew rastî eşkenceke giran û gelek karên hovane hatibû.
Ebdilrehman Apo ku ji bêhtirî 4 mehan di girtîgehên PYDê de girtî ye, heta niha rê ji bo malbata wî nehatiya dayîn ku serdana Apo bikin.
Qadî