Print this page

Traktora paleyan Kurd wergeriya: 8 mirî 9 birîndar

12:12:20

 

Rojava News: Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkerên findiqan tê da bûn welgeriya, li gor agahiyên ewil 8 kes mirin û 9 kes jî birîndar ketin.

Karkerên komkirina bindeq an jî findiqan, ku ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê çûbûne bajarê Sakaryayê, bûne qurbanê bûyereke trafîkê û di encamê de 8 kesan jiyana xwe jidest da, 9 kes jî birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneyên derdorê têne dermankirin. Termê karkerên ku jiyana xwe jidest dan jî ber bi Mêrdînê ve hatine veguhestin.

3 malbatên ku ji bo karên komkirina findiqan çûbûne navçeya Hendekê ya bi ser bajarê Sakaryayê, dema serê sibehê diçûn nava baxê findiqan, traktora wan qulipî newalekê. Di bûyerê de 8 kes mirin û 9 kes jî birîndar in.

Bi hezaran xelkê ji Bakûrê Kurdistanê her sal ji bo karê findiqan berê xwe didin bajarên weke Sakarya, Kocaelî, Bolû û bajarên din ên herêma behra reş. Her sal jî qezayên bi heman rengî çêdibin û gelek caran jî ew rastî êrîşên netewperest tên. Li aliyê din xizmên karkeran jî berev bi Sakaryayê ve ketin rê. Herwiha termê karkeran jî bo bajarê Mêrdînê hatin veguhestin.

 

Ş:A