Print this page

PKK nahêle tûrîst serdana devera tûrîstî ya Berwarî Bala bikin

12:28:57

 

Rojava News: Welatiyên Başûrê Kurdistanê dibêjin, em newêrin ji tirsa PKK û êrişa balafirên şer yên Tirkiyê serdana cihên tûrîstî û seyrangehan bikin.

Li gor nuçeya Basnewsê: Ev demek dirêj e beşek mezin ji deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê ji aliyê PKKê ve hatine zeftkirin. Balafirên şer yên Tirkiyê jî bi hêceta wê yekê wan deveran didin ber bomeyan, ji ber wê yekê heta niha gelek caran ziyanên canî û malî li xelkê wan deveran ketine.

Hebûna PKKê li wan deveran ziyanek mezin li sektora tûrîzmê jî daye. Ji ber ku ne xelkê wan deveran ne jî tûrîst, nikarin serdana wan deveran bikin.

Xelkê deverê dibêjin: siruştiya Berwarî gelek xweş û balkêş e lê mixabin ji ber şerê PKK û Tirkiyê wêran bûye. Eger PKK di xema kurdan de bûya wisa nedikir û rê bo Tirkiyê xweş nedikir ku Kurdistanê bişewitîne. Bila PKK hêzên xwe ji wan deran derxîne û nehêle ziyan bigehe xelkê.

 

Ş.A