Print this page

Faroq Hac Mustefa:Armanc ji sazkirina "Oda Hewlêrê" Beşdarîkirina di Nivîsîna Destûra Sûriya Nûde.

1:04:33 PM

RojavaNews:Bi amadebûna (32) rîxistin û hejmarek Ronakbîr û kesayetên  sivîl  Duh îNê Li Xewgeha Darînê li Hewlêra Peytext,civîneke şêwirmendî di navbera Rêxistinên sivîl û kesayetên bi bandor  di warê karê sivîl de ,li Sûriyê û herêmên kurdî hat e li darxistin . 

Farûq hac Mustefa Serokê civata Rêvebiriya Rêxistina (Berçav) Di lêdiwaneke teybet ji ( RojavaNews )re ragihand:çend armancek ji sazkirina rêxistinên sivîl û kesayetên Ronakbîr û şarezayên sivîl hebûn ,ya herî sereke ewe sazkirina "Oda Hewlêrê" ye ,jibo komkirina Rêxistinên kurdî yên sivîl li Rojavayê Kurdistanê û Herêma kurdistanê ye

1-peydekirina rêyekê jibo berdewamiya peywendiyan di navbera Rêxistinên sivîl de ,û her weha peydakirina peywendiyên di navbera rêxistinên sivîl de .

2- Şêwirmendî li ser çawaniya berdewambûna hebûna peywendiyan bi nûnerên  Jor civaka sivîl li cinêfê. 

3-damezrandina Ode ya Hewlêrê jibo bi rêxistina kurdên sivîl.

4-Peydakirina hemahengiyê bi rêxistinên sivîl li deverên Erebî de,jiber beşdarkirinê di nivîsandina destûra Sûriya nude,

. 5-Şikandina hewlên pawankarî ku jibo kêmkirina bandorea rêxistinên kurdî yên sivîl ku têne dain li civaka sivîl de .

 

- Elî Umer.

Jibo zaniyarên bêhtir .li vî dengî guhdarî bikin


Media