Print this page

Îran: Amerîka di pratîkê de piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike!

13:45:16

 

Rojava News: Berdevkê Komîta Asayişa Netewî û Siyaseta Derve ya Parlementoya Îranê Hisên Neqewî ragihand ku Amerîka di pratîkê de piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike.

Li gorî nûçeya K24ê, Berdevkê Komîta Asayişa Netewî û Siyasetên Derve ya Parlementoya Îranê Hisên Neqewî ji malpera fermî ya parlementoya Îranê re ragihand ku Washîngton di pratîkê de piştgiriya serxwebûna Herêma Kurdistanê dike û dixwaze Kurdistan ji Iraqê cuda bibe, lê di çapemeniyê de behsa van babetan nake.

Parlementerê îranî Hisên Neqewî di berdewamiya axaftina xwe de dibêje" Amerîka bi van hewlên xwe mudaxeleya Rojhilata Navîn dike. Lê em wekî Îranê yekparçebûna Iraqê diparêzin."

Ş.A