2017-08-19
Rojava News:Li gorî jêdera navenda ragihandinê Ya Partiya Dîmoqrata Kurdistan Sûriya , şeva bihorî ku bajarê Efrin û gundê Qestelê rastî moşekên ji aliyê bajarê Ezazê hatibûn.
li gorî jêdera navenda ragihandinê ya navborî ji Rojava News re ragihand: ku şeva bihorî moşekek li bajarê Efrînê li nêzîkî navenda rewşenbîrî û çar yên din li gundê Qestelê ketin, di encama vê topbaranê de gelek ziyanên madî bi mal û milkên xelkê kiribûn lê ti kuştî û brindar tinebûn.
Herwiha, jêder da xûyakirin ku ev zincîrên tpobaranê li ser bajarê Efrîn û gundên derdora harêma wê cihê şermezariyê ye û metirsiyên rasteqîne di nav xelkê de belavdike ji ber gundî nekarin herin nav baxçe û zeviyên xwe de karbikin û li dawiyê ziyana xwe li ser berhemên çandinê zêdedike.
Hêcayî gotinê ye, ev ne cara yekê ye ku herêma Efrînê ji çar aliyê wê ve rastî topbaranên hovane ji aliyê artêşa Tirkiyê û girupên islamî ser bi wê ve tên û, ev sedemek serekiye belavkirina metirsiyê di nav nişteciyên Efrînê ku berê xwe bidin dervayî herêmê.
Qadi