Print this page

The Henry Jackson Society: PKKê bi piştgiriya Esed rejimeke otorîter ava kiriye

14:10:06

 

Rojava News: Saziya "The Henry Jackson Society"ê ya think tank li Brîtanya di raportek ku belavkiriye de dibêje: Rêxistina PKKê bi alîkariya koalîsyona di serkêşiya DYAyê da li Sûriyeyê dewleteke biçûk a otorîter ya pişta xwe dide dewleta Esed ava kiriye."

Li Brîtanyayê di rapora saziya "The Henry Jackson Society"ê ku amade kiriye de tê destnîşankirine ku “PYD û PKK rêxistina terorêne û wekî hev in, îdeolojiya wan yek e û li gor fermana Abdullah Ocalan ji Qendîlê hereket dikin.

Herweha hat gotin: "Rêxistin bi alîkariya koalîsyona di serkêşiya DYAyê da li Sûriyeyê dewleteke biçûk a otorîter ya pişta xwe dide dewleta Esed ava kiriye."

Saziya "The Henry Jackson Society"ê ya navend Londra ye rapora lêkolîner Kyle Orton ya bi navê "The Forgotten Foreign Fighters: The PKK in Syria (Şervanên Biyanî yên Jibirkirî: Li Sûriyeyê PKK)" weşand.

Di raporê da tê diyarkirin PKK piştî derbeya 1980an derketiye û di dema Hafiz Esed da li Sûriyeyê hatiye parastin.

Di raporê da tê diyarkirin PKK di lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê (YE), NATO û gelek dewletên Ewropayê da ye.

Li gor raporê PKK piştî 2002yan xwe cardin derdixe rojevê û wiha hat gotin: "Rêxistin li Sûriyeyê bi navê PYD û YPGyê, li Iraqê bi navê PCDKyê û li Îranê bi navê PJAKê heye. Hemû perçeyên KCKyê ne. Hemû rêxistin di nav hev da ne û têkildar in. PYDya rêxistina terorê û PKKya rêxistina terorê wekî hev in, îdeolojiya wan yek e û li gor fermana Abdullah Ocalan ji Qendîlê hereket dikin."

Li gor raporê ji sala 2014an vir va ji xeynî herêmên kurdan ji derva jî gelek kes tevlî YPGyê bûne û wiha hat gotin: "Bi sedan şervanên biyanî hene û jê 29 kes hatine kuştin. Ji wan 10 kes ji DYAyê, 4 ji Almanya û Îngilistanê, 3 ji Awistiralyayê, 2 ji Kanadayê û yên mayîn jî ji Îran, Portekiz, Rûsya, Slovenya û Swêdê ne."

 

Ş.A