13:09:57
Rojava News: Serokê Encûmena Karê Navneteweyî yê San Diego li bajarê Californiyayê David Edick ragihand ku li Rojhilata Navîn pêwistiya Amerîka bi dewleteke wekî Kurdistanê heye.
Serokê Encûmena Karê Navneteweyî yê San Diego li bajarê Californiyayê ku nûner û çalekvanên çendîn gel û netewan tê de endam in David Edick ragihand ku li Rojhilata Navîn pêwistiya Amerîkayê bi dewleteke wekî Kurdistanê heye û piştgiriya encûmenê bo serxwebûna Kurdistanê eşkere kir.
David Edick di hevpeyvîna xwe ya K24ê de got: "Kurd hêjayî serxwebûnê ne, ji zû ve hewla serxwebûnê didin. Kurd gelek qurban ji bo azadî û parastina xwe dane. Di vê qonaxa hestiyar ku Rojhilata Navîn têde derbas dibe de, pêwîst e Amerîka piştgîriya serxwebûna Kurdistanê bike."
Edick di dirêjiya axaftina xwe de got: "Pêwîst e em hevkariya kurdan bikin ku buhayên wê yên hevbeş ligel me hene. Ew encama ku Sykes-Picotê derketiye, bêheqiyeke mezin li kurdan kiriye. Rojhilata Navîn devereke ne aram e, divê ji bo Amerîka welatekî hevpeyman ê aram li Rojhilata Navîn hebe û ev welatê aram jî Kurdistan e."