2017-08-21
Rojava News:Mamoste Ehmed Hesen ji Rojava News re ragihand, ku li Tirkiyê li bajarê Konyê xula sêyem ya pêghandina perwerdeyî di 19/8/2017an ta 30/8/2017an ji aliyê "Uniceif" ve û bi hemahigiya perwerdeya Tirkiyê û bi beşdariya doktor û mamosteyên zankoyên Tirkiyê ji bo hemî mamosteyên Sûrriyê yên Kurd û Ereb li parêzgehên Tirkiyê dest pêdike.
Ehmed ragihand ku xula sêyem ji du asta pêk hat , a yekem ji 8/8/2017an ta 19/8/2017an û ya duyem ji 19/8/2017 ta 30/8/2017an û jimara mamosteyan di vê xulê de gîhaye 600 mamoste û di paşerojêde di 5/9/2017an ta 15/9/2017an wê bi qaserî 20 hezar mamosteyên Sûrryê li hemî parêzgehan perwerdê bikin.
Ehmed xûyakir ku xula yekem li bajarê Konye birêve çû û jimara mamosteyan 514 mamostebûn û li ser du asta bû , ya, yekem 257 mamoste di 8/8/2016 ta 19î di heman mangê de û ya din ji 257 mamosteyan pêk hatibû ji roja 22/8/2016an ta 2/9/2016an ji aliyê "Uniceif" ve û bi hemahengiya perwerdeya Tirkiyê ji doctor û mamosteyên zanko yên Tirkiyê bi rê ve birin.
Herwiha, Ehmed ragihand,ku xula duyem li bajarê Entalya hat dest pêkirin di 1/1/2017 ta 14/1/2017an û 514e mamosteyên Sûriyê beşdarbûn.
Ehmed ragihand ku mamosteyên li xulekan beşdar bûne divê li dirêjyahiya du heftan xulekan ji hemi maomsteyên dibistanên hemi parêzgehan ji 20 hezar mamoste re pêkbînin.
Qadî