Print this page

Îran: Mafê federalî yê Kurdistanê tuneye!

13:20:58

 

Rojava News: Rêberekî şîe yê bi navê Cewad El Xalisî di axaftina xwe de ragihand ku ne mafê şîe ne jî yê kurdan heye ku li Iraqê federaliyê ragihînin.

Rêberê şîe yê bi navê Cewad El Xalisî ku yek ji damezrînerên Lijneya Bilind a Îslamî ya Iraqê ye û niha li bajarê Qûm ê Îranê dijî got: "Her projeya ku liv û tevgerek pêk bîne û hin welatiyên Iraqê jî pê razî bin, tiştekî baş e û arîşe li ser tine ye, lê divê yekîtî, nasname û serxwebûna Iraqê were parastin."

Cewad El Xalisî di berdewamiya axaftina xwe de ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê got: "Kesê ku bixwaze ji bo pêşeroja Iraqê li hev bike behsa mijarên referandumê nake. Ew dixwazin bi navê gelê xwe kar bikin. Divê ev di çarçoveya Iraqeke yekgirtî de were kirin. Nabe li paş xelitandina dijminan bisekinin ku dixwazin Iraqê perçe bikin."

 

Ş.A