Print this page

Newaf Reşîd : ENKS ti beşdarbûnê di hilbijartinên PYD de nakê

9:05:26 AM

RojavaNews: Serokê Nûneratiya Herêma Kurdistanê yê Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê Newaf Reşîd ji RojavaNews re ragihand ku , ENKS di hilbijartinên yê ku ,tê bi nav kirin Pirojeya Fidraliya Bakurê Sûriyê beşdarnabin, wek nebeşdarbûna wan di Rêveberiya Xweser de.

Herwiha Reşîd diyar kir , çawe ENKS yê di hilbijartinên Rêveberiyeke ne naskirî de beşdar bin , û biryare hilbijartinan ji aliyekê nerewave hatiya der, ji ber vê yekê Encumana Niştîmaniya Kurdî  bi PYD ê re beşdarî tu hilbijartinan  na be eger PYD ji  kiryarên xwe nevegere.

Herwiha Reşîd tekez kir ku, eger tu rêkeftin li ser bingihên Kurdî û Kurdistanî nebin ENKSê bi PYD û heval bendê wê re beşdar nabe.

A.F