Print this page

Asayişa PYDê li Hesekê du mamoste binçav kirin

2017-08-25

 

 

Rojava News: Asayişa ser bi PYDê ve du rêveberên dibistanên taxa Giwêran a Hesekê binçav kirin.

Jêderên ji bajarê Hesekê ji Rojava Nwes re ragihandin, asayişa PYDê îro du rêveberên dibistanên taxa Giwêran ên bi navên Tariq El-Ciêla û Xelîl El-Ewed bi tuhmeta beşdarbûna di mangirtina ku li dijî rêbazên xwendinê yên PYDê derketiye de, binçav kirin.

Taxa Giwêran ku niştecihên wê Ereb in, ferzkirina rêbaza xwendinê ji aliyê PYDê ve red dikin û li dijî wê sîstemê man girtin.

 

Qadî