Rojava News: Li bajarê Amedê, kuaforên zilam perûk (pirça destkird) dan serê xwe û kuştina keça kurd Ozgecan Aslan şermezar kirin.
Komek kuafor û zilamên endamên Odeya Kuaforan a Amedê îro li avahiya Komeleya Rojnamevanên Başûrêrojhilat (GGC) kuştina keça kurd Ozgecan Aslan şermezar kirin.
Serokê Odeyê Cemîl Degirmencî li wir daxuyaniyek da û diyar kir ku ew kuştina jinan şermezar dikin û got, tundiya li dijî jinan tenê pirsgirêka Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê nînw lê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê divê jin were rizgarkirin.
Degirmencî di dawiyê de wiha got: “Eger tundiya li dijî jinan mêrantî be em ne mêr in!”
Zilamên ku tevlî çalakiyê bibûn, perûk dabûn serê xwe û bi vî rengî kuştina Ozegecan Aslan û tundiya li dijî jinan şermezar kirin.