Print this page

Navenda mafnasiyê ji PYDê dixweze hemû girtiyên baweriyê azad bikin

 

2017-08-25

 

 

Rojava News: Navenda Demokrasiyê ya Mafên Mirovan li Kurdistanê bi daxuyaniyekê girtina endamên Partiya Dîmoqrata Kurdistan Sûriya (PDK-S) û partiyên di nava ENKSê de ji aliyê hêzên li Girgê Legê, Amûdê û Dêrikê şermezar kir.

Daxuyaniyê amaje bi binçavkirina endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Salih Cemîl Omer, endamê Komîta Herêmê ya PDK-Sê Ferhan Zilfo û endamê PDK-Sê Mihemed Seidî kir ku bê diyarkirina sedemên binçavkirinê bêne ji aliyê hêzên asayişê ve hatine girtin.

Navenda Demokrasiyê ya Mafên Mirovan li Kurdistanê daxwaz ji berpirsên Rêveberiya Xweser kirin, rê bidin rêxistinên xwecihî û navdewletî serdana zîndanên rêveberiyê û bi taybet jî zîndanên nehênî bikin û hevdîtinan ligel dibin, bibin.

Herwiha, navendê berdewamiya hilmetên girtin û binçavkirinên siyasetmedar çalakvanên Kurd şermezar kirin û daxwaz ji berpirsên rêveberiyê kirin ku di zûtirîn dem de hemû girtiyên bîr û baweriyê li seranserî Kurdisatana Sûriyê azad bikin, yan jî pêşkêşî dadgehên dadwerane bikin.

 

Qadî