2017-08-26
Rojava News: bi berdewamiya çalakiyên bi helkefta nêzîkbûna refrendomê li başûrê Kurdistanê, Rêxistina Partiya Dîmoqrata Kurdistan -Sûriya şaxê Libnanê li bajarê Kefer Dubyan ku bi ser bajarê Berûtê ve ye duh di 25/8/2017an komcivînek bi rêvebiriya Mustefa Hubo endamê komîteya navçeya PDK-Sê û bi beşdarbûna gelek dost û hevalan hate li darxistin.
Piştî rawestandina deqak bê deng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û bi taybet Barzaniyê nemir û pakrewanên şoreşa Sûriyê, Hibo bixêrhatina beşdaran kir û axaftin li ser rewşa siyasî li Kurdistana Sûriyê û rola ENKSê di danûstandnên ku niha bi rê ve diçin û berdewamiya binçavkirina di derheqa serkird û kadiroyên PDK-Sê û binpêkirina mafên mirovan li seranserî Kurdistana Sûriyê şirûvekir.
Hubo di berdewamiya axaftina xwe li ser rêfrendoma başûrê Kurdistanê rawestî û got: “li dawiya dawî miletê kurdistanê bi erênî wê dengê xwe li ser serxwebûna Kurdistanê li ser destê serokê netewî birêz Mesûd Barzanî bidin û ji ber raya navdewletî wê li dawî bi îreda miletê Kurd re be ”.
Hubo li dawiya axaftinên xwe de derî ji pirsan re vekir û bersîvên beşdaran şirovekir û ew spas kirin û ji berî dawiya komcivînê, Hubo ew vaxwendin bi beşdarbûna mangirtinek piştgiriyê li pêşiya Komîsyona Ewripî û Neteweyên Yekbûyî kû PDK-Sê piştevaniya xwe ji bo refrendoma başûrê Kurdistanê wê xwe jê re amede bikê û bi rê ve bibe.
Qadî