2017-08-27
Rojava News: Jêderikî ji gundê Hac Xelîl ji Rojava News re ragihand, ku çekdarên PYDê êrîş birin ser mala Edhem Rifet Xelîl li gundê Hec Xelîl ser bi navçeya Reco ji berî sê rojan û ew binçav kirin û ta îro çarenivîsa wî ne diya re.
Wî jêderî ji Rojava news re got: "Ku Edhem Rifhet bi tawana bazirganiya şûnwaran hate binçavkirin û piştî êrîşeke ji aliyê hêzên Hevbeş yên ser bi PYDê ve bi ser mala wî kirin lê mixanin ti tişt ji şûnwaran nedîtin ji bilî misînekî Kevin yê dest nimêjê desteserkirin û bi wê tewanê Edhem bin çavkirin".
Hêjayî gotinê ye ku, Edhem Rifet xelîl endamê Partiya Dîmoqrata Kurdistan – Sûriya ye û bi tawana ne rast û ne rawa hat bin çav kirin, û ev ne cara yekê ye ku endamên PDK-Sê binçav dikin bi tawanbarên berê amede kirî.
Qadî