2017-09-06
RojavaNews: Di demeke ne dûr de PYDê hêzeke taybet di nav xwe de çêkiriye, di bin navê şaxa ewlehiya giştî ( Parastina Welat), karê bi wan hatî hilpesartin çavdêrî û şopandina liv û çalakiyên partiyên ENK-Sê li Rojavayê Kurdistanê bikin.
Lor gor jêderikî ji Efrînê û li ser zarê berpirsê Komînekê ji RojavaNews re eşkerekir:” PYDê li her deverikê navendeke ewlehî dirustkiriye û karê wê bi taybet çavdêrî û şopandina çalakiyên xelkê bike û bi taybet şopandina kar û civînên ENK-Sê li Rojavayê Kurdistanê bike, da ku karibin çalakiyên ENK-Sê rawestînin an jî tinebikin, di riya raporên andamên parastina welat wê karên xwe yên rojana li dijî her kesekî bikin û raporên xwe ji PYDê re hildin”.
Tê zanîn PYDê bi dehan rêxistin û navendên ewlehiyê li Rojavayê Kurdistanê wek çekdarên ciwanên Şoreger, cihên Komînan û hêzên taybet yên dijî terorê dirust kirine û karên wan yên taybet şopandin û çavdêriya çalakvanan bikin û li dijî her çalakiyekê rawestin û hinek ji çalakvanan binçavbikin an jî birevînin û bibin cihên ne diyar û ev ne cara yekêye ku ev hêzên ser bi PYDê ve bi van karê terorê radibin, ji şewitandin û girtina nivîsgehên ENK-Sê, binçavkirina dost û hevalên wan bi dehan li seranserî Rojavayê Kurdistranê, da ku karibin heyama sîyasî tinebikin yan jî bi zorê edyolociya xwe tek alî li ser civaka Kurdî ferzbikin û şaxa Parastina Welat yek ji wan şaxên nû hatiye diristkirin li ba xelkê cihê pirs û gûmanê ye.
Herwiha, PYDê bi duristkirna ev şaxê nû yê navborî li Rojavayê Kurdistanê cihê pirs û nerazîbûnê ye, ji ber armanca pê hatiye çêkirin nakeve xizmeta yekrêziya miletê Kurd, wê tenê li dijî çalakiyên partiyên ENK-Sê werê bi kar anîn.
Qadî