Print this page
Rûsiya û Tirkiyê gihştine rêkeftinekê derbarê vekşandina QSD ji Til Rifetê

Rûsiya û Tirkiyê gihştine rêkeftinekê derbarê vekşandina QSD ji Til Rifetê

1:27:41 PM

RojavaNews: Nûnerên Rûsiyê û Tirkiyê duh Çarşembê gihştine rêkeftinekê derbarê vekşandina QSD ji Til Rifetê ya ku, di keve Bakurê Helebê bi 35 K.M,û vegerandina Sivîlan bi garantiyekê ji Rûsiyê û Tirkiyê.

Serkirdeyekî ji Artêşa Azad ku nexwest navê xwe eşkere bike ji ajansa Simart re ragihand ku, civînek li Tirkiyê çêbû ,û ancamên civînê di rojên bêde wê eşkere bibin, ku di wê rêkeftinê de QSD bi şêweyekî giştî ji bajarê Til Refetê vekişin û, sivîl vegerên bajarên xwe.

Girûpên bi ser Artêşa Azad ve îro ragihandin ku , wan tu hemahengî bi rûsiyê re nekirine dirbarê navçeya rawestandina şer di navbera wan û PYD de li Til Refet.