Print this page
ENKS ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê dicive

ENKS ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê dicive

 

 

 2017-09-07

 

RojavaNews : Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Moskoyê ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê wî welatî Mîkhaîl Bogdanov dicive.

Li gor jêderekî ji ENKSê  ji RojavaNews re ragihand, ku şanda ENKSê ya bi serokatiya serokê Îbrahîm Biro li avahiya Wezareta Derve ya Rûsyayê ligel Şêwirmendê Serokê Rûsyayê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê wî welatî Mîkhaîl bogdanov di civînê de ye.

Şanda ENKSê ji rojavaNews re dabû zanîn ku, ji ber rola Rûsya ya berçav di warê siyasî û leşkerî li Sûriyê heye, ew pirsa rewşa niha û pêşeroja Sûriyê ligel bogdanov gotûbêj bike, bi taybet ku Rûsya niha hewl dide tevahiya aliyên opozîsyona Sûriyê bixe yek bereyê.

Şanda ENKSê bi serokatiya Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û endametiya her yek ji endamên Komîta Pêwendiyên Derve Kamîran Hac Ebdo û Mistefa Sîno û endamê ENKSê di Îtîlafa opozîsyona Sûriyê de Fûad Elîko îro gihêşte Rûsyayê.

 

Qadi