Print this page
Efrîn… PYDê ji bo hilbijartinan fişaran zêdedike

Efrîn… PYDê ji bo hilbijartinan fişaran zêdedike

 

12:31:33 PM

RojavaNews: PYDê li ser xelkê Efrînê fişarên xwe zêdedike û astegiyan ji xelkê re çêdikin da ku karibin xelkê bi darê zorê bibine ser sindoqên hibijartinan, û  îş û karûbarên xelkê yên rojane qebûlnakin bê kertên helbijartinan bi wan re tinebin.

Li gor jêderên ji RojavaNews re eşkere kirin: “PYDê kar û îşên xelkê yên rojane qebûlnakin bê ku kertên  hibijartinan  bi wan re tinebin  û belgeyên xelkê  ji kirîn û firotanê û tiştên bi dadgehên ne rawa girêdayi ne reddikin da ku li ser xelkê bi darê  zorê û gefan çûndina ser sindoqan ferzbikin, û ji raya giştî re xuyabikin ku  hilbijartinên xwe yên ne  rawa  bikine dîfakto.

Tê zanîn PYDê ji berî demekê sîstema hilbijartinan  ragihand,  û bi taybet li Efrînê,  têde rêjeya Kurd û Ereban wek hev kirin, û hin kursî ji netewên din re yên hebûna xwe li Efrînê nînin dabînkirin, wek Şerkes û Ernewîtan û ev metirsî li ser resentiya Kurdayetiya Efrênê çêdike.

Herwiha, PYDê ne cara yekê ye kiryarên xwe yên terorê li ser xelkê Efrînê bi darê zorê ferzdikin,  û ne tenê redkirina  kar û barên xelkê yên rojane ji bo tinebûna kertên hilbijartinan,  lê belê wê siza pereyan ji xelkê wergirin an wê dokan û kargehên xelkê bigrin û  kesên li dijî van  kiryaran rawestin  wê binçavbikn.

 

Qadî