Rojava News: Ew helîkopterên ku Îtalya soz dabû ku dê ji Pêşmerge re bişîne, gehiştine Herêma Kurdistanê, niha jî perwerde li ser pikar anîna wan helîkopteran gehiştin.
Çar helîkopterên îtalî ji corê Chinook gehiştine Herêma Kurdistanê û stafekî taybet ê Kurd û Îtalî perwerdetê li ser wan helîkopteran dikin.
Roja 11.02.2015, Serokerkanê Îtlaya serdana Herêma Kurdistanê kir û di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku, Îtalya dê 4 helîkopterên ji corê Chinook ji Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo rûbirûbûna DAIŞê.
Ew her 4 helîkopterên îtlaî gehiştine Herêma Kurdistanê û ji aliyê stafekî Kurdî û Îtalî ve perwerde li ser pikar anîna wan helîkopteran destpêkiriye.
Ew helîkopter li firokexaneya kevin a Hewlêrê ne û piştire dê li cihekî din werin bicihkirin.