2017-09-10
RojavaNews: PYDê li Efrînê hunermendê gelerî (Eslan Can) berî mehekê revandin û birin cihekî ne diyar û zîndan kirin.
Li gor jêderekî ji malbata hunermendê gelerî Eslan Mihemed Çolaq (Eslan Can) ji RojavaNews re ragihand: “PYDê li Efrînê ji berî mehekê hunermendê gelerî Eslan Can revandin û xistin zîndanê ku wî karibû keça xwe ji nav destên PYDê azad bikire û bi alîkariya kurê xaleta xwe û derbasî paş sînor ji aliyê Tirkiyê ve bikire.
Li gor ku jêder tekez dike: “ PYDê hunermedê hêja xistine zîndanê û ta îro roj çarenivîsa wî ne diyare û lê pisîn ji hêla malbata wî bedewane ku her omîda wan azad kirina wî ye.
Herwiha, PYDê ne cara yekeme ku keç û xurtan direvînin û dibin leşkeriya neçar ji bo Reqayê û Dêre Zorê û didin ber darê kuştinê ku tiştê Kurda têde nine.
Hêjayî gotinê ye, ku PYDê bi van kiryarên xwe yên terorê ji revandina keç û xurtan binçavkirina xelkên sivîl di zîndanên xwe de cihê pirsê û zermezariyê ye ku bibe sedem niştciyên Efrînê berê xwe bidin derveyî Efrînê.
Qadî