Print this page
Barzanî ji Ebû El-Gêt re got:Ti Paşxistin ji Rêfrandomê re tineye

Barzanî ji Ebû El-Gêt re got:Ti Paşxistin ji Rêfrandomê re tineye

2:31:08 PM

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh Şemiyê xwesteka emîndarê giştî yê komkara erebî Ehmed Ebû El-Gêt bi paşxistina rêfrandomê ku biryare 25ê vê mehê li darkeve  redkir,û danûsitandina li ser vê mijarê jî bi Bexdayê re berî rêfrandomê qebûl nekir.

Emîndarê giştî yê komkara erebî Ehmed Ebû El-Gêt duh ji Bexdayê hat û  gihaye Hewlêrê jiber hewldanekê bike jibo çareserkirina pirsgirêka giştpirsiya herêma Kurdistanê li ser Serxwebûnê ,ku Îraq  qebûl nake.

Endamê encumena bilind ya giştpirsiya Herêma Kurdistanê Mihemed Elyexanî got:” eve çend caran  Emîndarê giştî yê komkara erebî ji Serok Barzanî dixwaze ku giştpirsiyê paşbêxê ,û tekezkir ku Serok Barzanî redkir.   “

Her weha zêdekir :” komkara erebî jê xwest jî ku danûsitandinan bi bexdayê re bike berî rêfrandomê,lê serok Barzanî ev yek redkir û got ku wê şanda Kurdistanê piştî rêfrandomê biçe ,ne berê wê.

E.U