Print this page
Efrîn...PYDê kertên hilbijartinên Komîna balav dike

Efrîn...PYDê kertên hilbijartinên Komîna balav dike

 

09:54:16

 

RojavaNews: PYDê li Herêma Efrînê dest bi belavkirina kertên komînan kiriye li nav bajarok û gundên Efrînê û mal bi mal digerin û wan kertan radestî xudiyên malan dikin.

 

Li gor jêderin taybet li Efrînê ji RojavaNews re ragihandin: ”PYDê li Herêma Efrînê kertên hilbjartinê yên Komînan belav dike û kolan bi kolan digerin û kertan radestî xudiyên malan dikin, û di riya agahiyan re gefên xwe tînin ziman û her yek neçe û beşdar nebe wê rastî lêpirsînê were.”

 

Li gor wan jêderan û wiha gotin:”li gor gotinên PYDê divê  her kesek wan kertan radestî xwe bikin ku  karibin di paşerojêde  pê mazot û kel û pelên xwerinê yên alîkariyê wergirin.”

  

 Jêderan xuyakirin û wiha gotin:”Eger xudiyên kargeh û dukanan hibijartinên Comînan baykut bikin û kertan wernegrin , ewên  rastî  lêpirsînê  werin û kargeh û dukanên wan wê bên  girtin û xudiyên wan piştî hilbijartinan ê bibin cihê lêpirsînan.

 

Hêjayî gotinê ye, ku PYDê van dezgehên comînan  ji xwe re bi kar tînin, ne jibo aliîkariya xelkê ye, lê belê bûye cihên gendelî  û sêxuriyê ye,  û karên wan yên rojane çavdêriya endamên partiyan û rakirina raroprtan li ser wan û şûreke li ser milên miletê Kurd  bi kar tînin û ti kes nikane  bi eşkere û azad belavkirina kertên comînan  red bikin.

 

Qadî