2017-09-14
RojavaNews: Jêderikî ji Efrînê ji RojavaNews re ragihand û got : "iro malbata serkirdê PDK-Sê, Ebdulrehman Apo cara yekê ye piştî du mehan serdana wî li zîndana reş li nêzî devera Reco kirin.
Li gor wî jêderî piştî du mehan berpirsên PYDê rê dabûn malbata binçavkirî, Ebdulrehman Apo ku cara yekêye ew rê didin hevjîna wî serdana wî bike û çarenûsa wî zanibe di zîndana reş de li devera Reco û , ew di zîndanê di odeyek tekane de ye û rewşa wî ya tenduristî di zîndana PYDê de pir xirab e û pêwîstiya wî bi veguhastina ji bo nexweşxanê heye, ji ber rewşa wî ya tenduristî xerab e, û pêwîstiya wî bi dîtina bizîşkan heye û bi tena xwe di odeyek tekane rojên xwe yên tarî derbas dike.
Tê zanîn ev ne cara yekê ye ku serkirdê PDK-Sê Ebdulrehman Apo rastî biçavkirinê hatiye ku ji berî vê ew pênc caran hatiye binçavkirin û rastî eşkenceyê bûye.
Hêjayî gotinê ye ku ji berî çend rojan Nivîsgeha ragihandinê ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya li Efrînê li ser berdewamiya girtina hevalê serkirde Ebdulrehman Apo daxuyaniyek belavkir û di wê daxuyaniyê de bang li hemo rêxistinên mîrovahî û civîl û aliyên mafnas yên hundir û derve dikin ku hemo girtiyên sîiyasî azad bikin û daxweza me ji her kesekî ku rûmet, azadî, aramî û tenduristiya civîlan bi wî buhaye ku dengên xwe li hember PYDê blind bikin û kiryarên wan şermezar bikin.
Qadî