6:13:30 PM
RojavaNews : Îro libajarê Dêrikê, Milîşeyên PYDê Yên çekdar, Peyamnêrê ARKê Ahmed Sofî li deriyê dêrikê revandin ,dema ku di xwest berê xwe bide Gundê" Kevrê Dena " jibo veguhestina ahinga piştevaniya serxwebûna Kurdistanê û karê xwe yê ragihandinê bike.
Sofî di gel Bengîn Cinêdî endamê encumena xwecihî ya ENK-Sê ,û hejmarek ji Hunermendên Kurd yên berê wan jî li beşdariya ahingê liKevrê Dena bû ,dema ku, Milîşeyên PYDê Otombîla wan rawestandin ,û ji wê demê ve hatine binçavkirin,û çarenivîsa wan ne xuyaye ta vê demê .
Ehmed Sofî ji gundê Bane Qesrê ye ,di Dehsaliya 4an ji temenê xwe de ye.
Hêjaye gotinê ku çekdarên PYDê ji şevêdin ve zêdetirî 35 endam ûKadirên Encumena Niştimaniya Kurdî li Amûdê ,Dirbêsiyê,Tiltemir û Girbawî revandine,da ku tirsê di dilê wan de biçîne,û ne hêle ev ahing bi şahî bi serkeve.
E.U