12:46:58 PM
RojavaNews: Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistana – Sûriyê Mihemed Se’îd Wadî ji RojavaNews re ragihand:” Girtinên ku PYD pê rabû,ji şeva roja Pêncşemê heta dema li darxistina fistîvalê armanca wê têkbirina şahiyên miletê kurd e li Kurdistana Sûriyê û , bi taybetî yên ku li deverên Cizîrê ji bo piştgiriya serxwebûna Kurdistanê hatine li darxistin” .
Herwiha Wadî diyar kir ku, ew girtinên ku PYD pê radibe di keve bercewendiyên dijminên srexwebûna Kurdistanê de, lê ew rûreşbûn dema pêlên Cemawerê Kurd derbasî qada ahingê bûn û Al û diruşmên Netewî hildan û, bi yek dengî bang kirin, erê ji bo serxwebûna Kurdistanê .
Tê zanîn ku Çekdarên PYDê bi hilmeta girtinê û êrîşkirinê di derheqa Endam û Alîgirên Encûmena Niştîmaniya Kurdî kirin, di dema piştevaniya ahinga serxwebûna Kurdistanê de.
A.H