2017-09-16
RojavaNews: Di rûniştina awarte ya şeva bihurî de, parlmantoya Kurdistanê bi piraniya dengan biryara birêvebirina rêferandoma serxwebûna Kurdistanê erê kir.
Şeva bihurî bi beşdariya73endamê parlemantoyê, ji bilî firaksiyonên Goran û Komela Îslamî, parlemantoya Kurdistanê rûnştina xwe li darxist .
Li gor naveroka rasperdeya pesendkirî, rêferendom di dema xwe ya diyarkirî de li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê wê bêne kirin.
Rûniştina şeva bihurî li ser daxwaza 62 parlemanteran , ku îmze kom kiribûn ji bo encamdana wê rûniştinê û 73 parlemanter di rûniştinê de beşdar bûn.
Li gor rêkeftina firaksiyona PDK û YNKê li ser karnameya rûniştinê, Sekreterê Parlemantoyê hate destnîşankirin û Pêştir hat aşkere kirin, ku li gor rêkeftina di navbera firaksiyonan, biryar e Pêgerd Talebanî ji firaksiyona YNKê bi awayekî demkî dibe Sekretera Parlemantoyê.
Herwiha ligel rijdbûna firaksiyonan li ser encamdana rûniştina parlemantoyê, her yek ji Tevgera Goranê û Komela Îslamî beşdarbûna rûniştinê red kirin.
hêjayî gotinêye ku perlemanê Herêma Kurdistanê ji 2015an ve rawestabû,û ev yekemî rûniştina jêre ,piştî ku dest bi berdewambûna kar kir.
Qadî