Print this page
Efrîn...Pevçûnên giran di navbera YPGê û girûpên Îslamî li derdora kela Semanê rûda

Efrîn...Pevçûnên giran di navbera YPGê û girûpên Îslamî li derdora kela Semanê rûda

 

 

2017-09-17

RojanaNerws: Duh bi şev pevçûn di navbera çekdarên YPGê û çekdarên  Grûpên Îslamî ser bi Tirkiyê ve li gundê Basûfanê û derdora kela Semanê bi çekên giran herdu alî be hevketin.

 

Li gor jêdera navenda ragihandinê ya Partiya Dîmoqrata Kurdistan -  Sûriya Ji RojavaNews re ragihand: ” şeva bihorî gundê Basûfanê û derdora kela Semanê peçûnên giran bi top û tangan û mûşekan di navbera çekdarên YPGê û çekdarên  Girûpên Îslamî yên ser bi Tirkiyê ve di navbera herdu aliyan de ta nîvê şevê berdewambû.”

 

Li gor heman jêderê sedema vê pevçûnê Girûpên Îslamî hewil didin kela Semanê û gundên wê deverê bi dest xwe ve bînin lê çekdarên YPGê vê daxwezê red dikin.

 

Herwiha, û li gor heman jêder, her roj pevçûn di navbera herdu aliyan de bi çekên sivik tên kirin li aliyê rojhelatê  Herêma Efrînê ve lê pevçûna ya dawî di navbera herdu aliyan de giranbû.

 

Hêjayî gotinê ye, ti zanyarî  li ser vê pevçûnê ji bilî ziyanên madî bi milk û malên niştegiyên wê deverê pêve tinebûn.   

 

Qadî