10:13:20 AM
RojavaNews: Li geraca Efrînê piraniya milet berê xwe didin Helebê ku keç û xurtên xwe li dibîstanên wî bajarî bixûnin û xaniyan ji wan re bi cî bikin, lê berpirsên geraca Efrînê astengiyan ji xelkê re çêdikin bi regekî xerab û dibe cihê ne razîbûnê.
Jêderikî ji bajarê Efrînê ji RojavaNews re ragihand: ”Bi destpêkirina sala nû ya xwendinê û ne razîbûna milet ji xwendina PYDê, xelkê Efrînê berê xwe didin bajarê Helebê ku bixwezin keç û xurtên xwe li dibîstanên wî bajarî bixûnin û xaniyan ji wan re bi cî bikin, lê berpirsên PYDê û yên geraca Efrînê bi rêve dibin astengiyên xerab ji wan re çêdikin û dibine kelem li hember wan ku xelk matmayî bimîne û moralên wanjî bişkînin”.
Lo gor wî jêderî li garaca Efrînê û got: ”Bi dahan salon rawestîne, û berpisên geracê dikarin wê kêşeyê bi esanî bi cî bînin, lê ew kiryarên xwe yên rojane di derheqa berjewendiyên xelkê Efrînê de bi kar tînin û bi taybet bi destpêkirina dibîstanan, dibe cihê pirsê û ne razîbûnê ku naxwezin wê kêşeyê bi cî bînin û astengiyan ji xelkê re zede bikin.”
Hêjayî gotinê ye, û li gor wî jêderî, piraniya salonan tabloyên wan nînin, ji ber xudiyê wan ji Nobilê ne û ew bi PYDê re hemahengiyê bi cî tînin û kêşeyan ji hat û cûnê re zêdebikin.
Qadî