Print this page
Miyonix ..Revenda Kurdistanî Vexwendinek jibo amadebûna Fistîvala piştevaniya Giştpirsiya Serxwebûna kurdistanê belavkir.

Miyonix ..Revenda Kurdistanî Vexwendinek jibo amadebûna Fistîvala piştevaniya Giştpirsiya Serxwebûna kurdistanê belavkir.

1:18:45 PM

RojavaNews :Îro Duşemê 18ê Eylûna 2017an ,Komîteya Amadekar, ya Revenda Kurdistanî li Miyonixê Vexwendinek jibo amadebûna Fistîvala piştevaniya Giştpirsiya Serxwebûna kurdistanê belavkir,û  ragihand ku ewê “ Roja Şemiyê 23yê Eylûna 2017an ji Demjimêr 1ê nîvro ta 3yê paşî nîvro ,li Qada Edunîs Bilats li Bajarê Miyonxê fistîvalê li darxin.

Komîteya Amadekar di vexwendina xwede ji hemî Revenda Kurdistanî  li Miyonixê û hawîrdorê wê , bi jin û mêr,  Xort û keçên xwe ve xwest û hêvî kir , tev beşdariyê di fistîvala  piştevaniya Giştpirsiya Serxwebûna kurdistanê de beşdarbin .

Her weha komîteyê  di vexwendinêde got “jiber em wek hemî Miletên cîhanê li ser xaka xwe Azad bijîn ,xwedî Dewlet bin , bi hemî netew û Olên xwe ve ,werin em piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bikin.    “   

E.U