Print this page
Efrîn…PYDê jibo leşkeriya neçar sivîlek revandin

Efrîn…PYDê jibo leşkeriya neçar sivîlek revandin

2017-09-18

 

RojavaNews  : Jêderikî ji gundê Meydan Ekbesê yê ser bi navçeya Reco ve ji Rojava News re ragihand: “Hêzên ser bi PYDê ve  mala welatiyê sivîl bi navê Faroq Hemîd Khalid ji gundê Meydan Ekbesê  armanc kirin  û ew revandin û birin cihekî ne diyar".

Li gor wî Jêderî,  ku  ji gundê Meydan Ekbesê ragihand û got: “Ev ne cara yekê ye ku Hêzên ser bi PYDê ve  mala wî welatiyê sivîl  armanc kinine  û dixwestin wî  binçavbikin û bi darê zorê li civÎnên xwe beşdar bikin, lê ew ji mal her car direvî  û bi çol û çiyan diket.

Hêjayî gotinê ye û li gor wî jêderî :”Dema mala Faroq hate armanckirin û ser binhevkirin, milîsên PYDê axatftinên dûrî rewişt û reftarên civaka Kurdî li derheqa dayîka Faroq hate kirin û gef ji kurê wê re şadin ku biçe Reco û beşdarî civînên wan bibe, lê xurt di wê demê de  direvî û bi çiyan diket, ji ber metirsiya wî ku ê bi zorê wî bibine leşkeriya neçar.

Herwiha, PYDê ne cara yekê ye kiryarên xwe yên terorê li ser xelkê Efrînê bi darê zorê ferzdikin, mina binçavkirina endamên Partiyan , binpêkirina jiyana xelkê Efrînê yê rojane û standina baceyên giran ji xelkê perîşan û girtina xurt û keçan jibo leşkeriya neçar.

 

Qadî